Li Endonezyayê êrîşa çekdarî: 31 kuştî

Li gor xebera rojnameya Kompasê, 31 karkerên di înşaeta pireya li çiyayên herêma Ndugayê tê çêkirin da dixebitîn rastî êrîşa çekdarî ya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Papuaya Rojava (TPNPB) ya koma cihêkar hatin.

Li Endonezyayê êrîşa çekdarî: 31 kuştî

 Li Papuaya girava Endonezyayê ya li rojavayê welêt di êrîşa çekdarî ya koma cihêkar da 31 karker hatin kuştin.

Li gor xebera rojnameya Kompasê, 31 karkerên di înşaeta pireya li çiyayên herêma Ndugayê tê çêkirin da dixebitîn rastî êrîşa çekdarî ya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Papuaya Rojava (TPNPB) ya koma cihêkar hatin.

Hat ragihandin ku di êrîşa ewil da 24 karker hatin kuştin, 8 karker ji dewsa bûyerê revîn û xwe sipartin mala endamekî parlamentoyê ya li herêmê û koma çekdar duh jî êrîşî malê kir û ji wan 7 kes kuştin.

Wekî mayîn di nûçeyê da hat destnîşankirin ku karkerekî li malê revî û ji êrîşê xilas bû lêbelê hê jê xeberek nehatiye hildan.

Ji bo sedema êrîşê hê agahiyek nehat dayîn.

Herêma Papuayê hetanî sala 1963yan di kontrola Holandayê da bû û paşê tevlî Endonezyayê bû, komên cihêkar li herêmê çalakiyên ji bo serxwebûnê dimeşînin.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE