Li qeraxeavên eyalata Malukuya Bakur a Endonêzyayê bi şideta 7,1ê erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî Îqlîm û Jeofizîkê ya Endonêzyayê (BMKG) eşkere kir ku navenda erdhejê, qeraxeavên bi qasî 137 kîlometro bakurê bajarê Jailoloya girêdayî eyaletê ye û bi qasî 73 kîlometroyan di kûrehiyê de çêbûye.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayin.
Li Ambona payetxta eyaleta Malukuyê 26ê îlonê bi şideta 6,8ê erdhejek çêbûbû û 36 kesan tê de canê xwe ji dest dabû.AA