Li Erebistana Siûdî di çarçoveya dozên gendeliyê da 207 kes hatin binçavkirin û di nav kesên binçavkirî da wezîfedarên hin wezaretan jî hene.
Li gor daxuyaniya ku ji Saziya Kontrol û Têkoşîna Gendeliyê ya Erebistana Siûdî hat dayîn, di navbera 11ê tîrmehê û 9ê tebaxê da di çarçoveya 878 dozên ceza û disîplînê da ku sûcên gendelî, bertîl û sûîstîmalkirina wezîfeya qamûyê tê da hene, lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniyê 207 kes hatin binçavkirin û di nav wan da hin kesên ku di wezaretên karên navxweyî, edalet, tenduristî, perwerde û bazirganiyê jî hene. Ji bo ku kesên navborî sewqî darazê bikin, prosedurên qanûnî dewam dikin.AA