Li Erebistana Siûdî ji jinan ra destûra li otela mayînê

Li Erebistana Siûdî li ser biryara nû jinên biyanî yên ku tên welêt wê bikaribin bi tena serê xwe li otelan bimînin

Li Erebistana Siûdî ji jinan ra destûra li otela mayînê

Li Erebistana Siûdî li ser biryara nû jinên biyanî yên ku tên welêt wê bikaribin bêyî mêr û eqrebayên xwe bi tena serê xwe li otelan bimînin.

Li gor nûçeya rojnameya Ukazê ya Erebistana Siûdî jinên biyanî yên ku tên welêt wê bikaribin bêyî mêr û eqrebayên xwe bi tena serê xwe di otelan da bimînin.

Jinên biyanî wê pasaportên xwe nîşan bidin û bikaribin li otelan bimînin.

Berê ji bo ku ew bikaribin li otelan bimînin belgeya maltatê dihat xwestin, ev şert hat rakirin.

Erebistana Siûdî ji bo ku aboriya xwe ya li ser neftê biguhere niha hewl dide di qada turîzmê da gavan davêje. Ji ber vê di dawiya meha çûyî biryar da ku welatiyên 49 welatan vîzeyê hildin. Ji bilî 38 welatên Ewropayê,ewê vîzeyê bide welatiyên Amerîka, Kanada, Avustralya, Zelandaya Nû, Çîn, Kazakistan, Koreya Başûr, Malezya, Sîngapur, Japonya û Bruneiyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE