Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Qral Selman bin Ebdulezîz, biryarnameyek weşand ku ji îro pê va derketina derva di navbera 09.00-17.00an da serbest dihêle.
Biryara ku hat destnîşankirin dê heya 13ê gulanê were cîbicîkirin, Mekkeya ku berî niha lê qedexeya derketina derva ya ji bo 24 saetan hatibû ragihandin û herwiha taxên di karantînayê da li xwe nagire.
Bi biryarnameyê va herwiha ji bo navbera 29ê nîsanê-13ê gulanê, destûra hin fealiyetên ekonomîk û bazirganî yên ku navendên danûsitandinê û mixazeyên firotana giştî û cuda cuda jî li xwe digire, hat dayîn.
Li ser asta Erebistana Siûdî ji ber Kovîd-19ê li herêmên cuda yên welêt di saetên cuda da qedexeya derketina derva tê sepandin.
Li welêt ji 23yê adarê pêva ji bo 21 rojan di navbera saet 19.00-06.00an da biryara qedexeya derketina derva hatibû wergirtin, 12ê nîsanê qedexe bêmawe hatibû dirêjkirin.
Erebistana Siûdî di 2yê nîsanê da jî di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da li Mekke û Medîneyê biryara 24 saet sepandina qedexeya derketina derva dabû, 6ê nîsanê jî li 4 parêzgehan û li 5 bajarên mezin qedexeya derketina derva ragihandibû.
Erebistana Siûdî hejmara pêketiyên Kovîd-19ê wekî 16 hezar û 299, ya kesên ku ji ber vîrusê mirin jî wekî 136 ragihandibû.
AA