Rêveberiya Erebîstana Siûdî di çarçoveya tewdîrên şewba vîrûsa koronayê ya nû (Kovîd-19) da serdana umreya ev 6 meh e girtîbû, ji nû va vekir.
Serokatiya Karên Mescîda Haram a li Mekkeyê û Mescîda Nebevî (Harameyn) ya li Medîneyê ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî weşand û ragihand ku kesên ji bo umreyê hatine di bin tewdîrên Kovîd-19ê da gihîştin cihên pîroz.
Der barê mijarê da zêde agahî nehat dayîn û çend wêneyên ji serdana umrevanan ku ketine cihê tewafê hatin parvekirin.
Erebîstana Siûdî di 29ê Îlonê da ragihand ziyaretên ji bo umreyê ku ev 6 meh bû ji ber Kovîd-19ê sekinîbûn wê bi hin tewdîran ji nû va dest pê bike.
Ji ber şewba Kovîd-19ê kesên dixwestin îsal biçin hecê ji daxwaza xwe mehrûm man lewra Erebîstana Siûdî bi tenê kesên li nav welêt in awayek sînordarkirî hilda û ji derveyê welêt kesî qebûl nekir.
AA