Li Ermenistanê gel destpêkirina geştên digel Tirkiyeyê erênî dibîne

Li Ermenistanê gel destpêkirina geştên digel Tirkiyeyê erênî dibîne

Li Ermenistanê gel geştên balafiran ên ku dê di 2yê Sibatê da di navbera Stenbol-Rewanê da dest pê bikin, erênî dibînin û wisa difikirin ku ev yek dê tesîreke baş li geşbûna peywendiyên di navbera gelan da bike.

Şêniyên paytext Rewanê ji peyamnêrê AAyê ra biryara destpêkirina geştên di navbera Tirkiye û Ermenistanê da yên ku dê di 2yê Sibatê da dest pê bikin, nirxandin.

Gagîk Dorunts diyar kir, destpêkirina geştên di navbera herdu welatan da dê bibin wesîleya xurtbûna peywendiyên aborî û siyasî.

Dorunts her wisa bal kişand ku li herêmê divê aştî jî hebe û wiha dewam kir:

"Di navbera Tirkiye û Ermenistanê da firîn hebin baş e. Heke em li bazirganiyê binêrin, meriv dikare bêje, mimkun e meriv ji Tirkiyeyê malên qalîteya wan baş e bîne. Em dixwazin di dikanên li Tirkiyeyê da malên Ermenistanê jî bibînin."

Arpî Maîsuryan bal kişand ku firîn di warê xurtbûna turîzm û bazirganiyê da pir girîng in û wiha dewam kir:

"Heger di navbera herdu welatan da di mijara firînan da peymanek hebe, ev yek ji bo min tiştekî asayî ye. Gelek Ermenî li Stenbolê dijîn. Ji bo wan jî dê baş be. Turîzm dê heta astekê bi pêş bikeve. Em werin ser mijara bazirganiyê, li vir jixwe berhemên Tirk hene û însan ji qalîteya wan memnûn in."

Hamlet Hakopyan jî diyar kir ku destpêkirina geştan, gaveke erênî ye.

- Despêkirina geştan

Rêhewayên Pegasusê dê duşem, pêncşem û şemiyê ji Balafirgeha Îstanbul Sabiha Gokçenê bo Rewanê, sêşem, în û yekşemê jî ji Rewanê bo Stenbolê geştan li dar bixe.

FlyOne jî dê duşem, çarşem û înê ji Rewanê bo Balafirgeha Stenbolê geştan li dar bixe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE