Li Ermenistanê hilbijartina pêşwext a parlamentoyê dest pê kir

Li Ermenistanê hilbijartina pêşwext a parlamentoyê dest pê kir

Li Ermenistanê ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoyê gel diçe ser sandoqê.

Piştî ku Azerbeycanê bi şerê 44 rojan xaka xwe ya ku 30 sal bû di bin dagiriya Ermenistanê da bû rizgar kir, Nîkol Paşînyan ji serokwezîriyê dabûn îstifakirin û lewma li welêt hilbijartina parlamentoyê tê kirin û di hilbijartinê da 26 tevgerên siyasî beşdar in.

Di hilbijartina ku 22 partî û 4 jî îtifaq beşdar in da 2 milyon û 581 hezar û 93 dengêr dikarin deng bidin. Her wisa pêvajoya dengdayînê bi dema herêmî dê heya saet 20.00î bidome.

Li gorî anketên berî hilbijartinê, milmilane dê di navbera Serokwezîr Paşînyan û Serokomarê berê Robert Koçaryan da derbas bibe. Paşînyanê ku peywira xwe heya hilbijartinê wekî demkî didomîne jî bi "Partiya Peymana Sivîl" beşdariya hilbijartinê dike. Koçaryanê ku wekî nêzîkî Rûsyayê tê zanîn jî bi "Îtifaqa Ermenistanê" beşdarî hilbijartinê bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE