Xwepêşanderên muxalif ên dixwazin Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îstifa bike, ketin avahiya hikûmetê.
Çalakvanan di avahiya hikûmetê ya hin wezaret lê ne da drûşme berz kirin û xwestin ku bila Paşînyan îstifa bike.
Xwepêşander di demeke kurt da ji avahiyê derketin û gotin ku dema "bixwazin dikarin bikevin her avahiyî" û xwestin vê yekê nîşan bidin.
- Li Ermenistanê tu alî paşve gav navêje
Ji hêla din va li Ermenistanê ji ber Serokê Sererkaniyê Onik Gasparyan ji wezîfeyê hildanê di navbera Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da li hev nekirin çêbû.
Sarkîsyan, biryarnameya ku Paşînyan ji bo Serokê Sererkaniyê Gasparyan ji wezîfeyê hildida paşve şand lê Paşînyan heman biryarnameyê dîsa ji Serokomariyê ra şand.
Serokomariyê jî ragihand ku biryarname gihîştiye ber destê wan.
AA