Li Etiyopyayê di êrîşa biçek da zêdeyî 200 sivîlî hatin kuştin

Li Oromiyaya ku dikeve herêma navîn-başûrê welêt, 18ê Hezîranê roja Şemiyê li dijî koma nijadî ya Amharayê êrîşa biçek hat kirin.

Li Etiyopyayê di êrîşa biçek da zêdeyî 200 sivîlî hatin kuştin

Hat ragihandin, li Etiyopyayê zêdeyî 200 sivîlên mensûbên koma nijadî ya Amharayê bi destê çekdarên nediyar hatin kuştin.

Li Oromiyaya ku dikeve herêma navîn-başûrê welêt, 18ê Hezîranê roja Şemiyê li dijî koma nijadî ya Amharayê êrîşa biçek hat kirin.

Di êrîşê da zêdeyî 200 sivîlî hatin kuştin.

Ebdulseîd Tahirê şêniyê deverê yê ji êrîşê filitî wiha got, "Min 230 cesed jimirîn, tirsa min ew tirs e ku ev, êrîşa herî xeternak a dijî sivîlan e."

Tahir diyar kir ku ew ji êrîşê di kêliyê dawîn da filitî û dibe ku êrîş bidomin.

Hat îdiakirin, êrîş ji hêla koma serhildêr Artêşa Rizgariya Oromoyê (OLA) hat kirin.

Berdevkê OLAyê Odaa Tarbii jî tawanbarî red kir.

Komîsyona Mafên Mirovan a Etiyopyayê jî bangî hikûmetê kir ku li dijî van cure êrîşan tedbîran bigirin û mijarê çareser bikin.

Li Etiyopyaya ku nifûsê wê zêdeyî 110 milyonî ye di navbera komên nijadî da pevçûn diqewimin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE