Li Everestê 3 cesed hatin dîtin

Li devera ku 3 çiyagerên Fransî yên hilkişiyan serê Everestê lê wenda bûn 3 cesed hatin dîtin

Li Everestê 3 cesed hatin dîtin

Hat destnîşankirin, li devera ku hefteya çûyî 3 çiyagerên Fransî yên hilkişiyan serê Çiyayê Everestê lê wenda bûn, 3 cesed hatin dîtin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Fransî, li devera ku xebatên lêgerînê dihatin kirin ku 3 çiyagerên Fransî bên dîtin yên ku hilkişiyan serê Çiyayê Everestê, lêbelê ji 26ê Cotmehê vir va wenda ne, rêberên çiya yên herêmî 3 cesed dîtin.

Polêsê Nepalê ragihand, cesed li nêzîkî ciyê ku lêgerîn lê dihat kirin hatin dîtin û xebatên tesbîtkirina nasnameyê didomin.

- Gava hilkişiyan serê Everestê têkiliya bi wan ra qut bûbû

Li Nepalê di 26ê Cotmehê da 3 çiyagerên Fransî ku hat tesbîtkirin navên wan Louis Pachoud, Gabriel Miloche û Thomas Arfi ne, gava hilkişiyabûn serê Everestê têkiliya bi wan ra qut bûbû.

Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku li deverê dabûn destpêkirin da li 5 hezar û 900 metre bilindahiya çiyayê ku 8 hezar û 848 metre bilind e, şopa çiyageran hatibû dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE