Li welatên Ewropayê ji bo ku pêşdaraziyên dijî misilmanan ji holê bên rakirin çalakiya 'Kerem bikin ez misilman im' hat lidarxistin.
- Li Belçîkayê çalakiya "Kerem bikin ez misilman im"
Di çarçoveya çalakiyê da li Almanya, Awistirya, Swîsre, Hollanda, Belçîka, Fransa, Danîmarka, Swêd, Norwec, Îtalya, Awistralya û Kanadayê stant hatin vekirin.
Ciwanên dilxwaz di standên ku kuçe û kolanan hatin vekirina da gul û broşurên ku qala dînê îslamê dikin belavî ji 210 hezarî zêdetir mirovî kirin.
- Hollanda
Li Hollandayê çalakî ji hêla Federasyona Îslamê ya Hollandayê û Federasyona Nêrîna Neteweyî ya Hollandayê yên girêdayî teşkîlatên Nêrîna Neteweyî va hatin lidarxistin û di çalakiyê da ji 35 cihan zêdetir cihê der barê îslamiyetê da agahî agahî hatin dayîn.
Çalakî bi taybetî li bajarên mezin hatin organîzekirin û di çalakiyê da i 26 bajarên cuda 150 dilxwaz 32 hezar gul û broşurên ku qala Îslamê dikin belav kirin.
Çapemeniya Hollandayê jî çalakî şopand û dilxwaz Fatîh Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca wan ew e ku bi broşur û gulan Îslamê ji Hollandayiyan ra qise bikin û pêşdaraziyên ku di van salên dawîn da dijî îslamiyet û misilmanan çêbûn ji holê rakin.
Claudî Konînga Hollandayî diyar kir ku çalakî gelekî xweş e û got ku "Hewcehiya me bi çalakiyên wiha heye. Mirov tenê dikare ji bo van kêfxweş bibe. Ez gelekî kêfxweş dibim bi înîsiyatîfên bi vî rengî. Herkes wekhev e û divê mirov nirxa wê bide herkesî, pirsgirêka herî mezin a vê demê ev e."
- Almanya
Teşkîlata Nêrîna Neteweyî ya Civaka Îslamê îsal cara 5emîn çalakî li dar xist û çalakî li paytext Berlînê li Meydana Kottbusser Torê, Mizgefta Emîr Sultan û Mizgefta Ayasofyayê hatin kirin.
Ji bilî Berlînê çalakî li gelek bajarên din jî hat lidarxistin û ciwanan di çalakiyê da gul û broşurên ku qala îslamiyetê dikin belav kirin. Ciwanan bi Almanan ra sohbet kir û "cîranên" xwe yên ku ji rê ra derbas dibûn dawetî mizgeftan kirin.
- Awistirya
Bi tevahî di 11 stantên ku li paytext Viyana û bajarên hawirdor hatin vekirin da ji bo kesên ku li Awistiryayê dijîn der barê Îslam û misilmanan da agahî hatin dayîn.
Serokê Ragihandinê yê Sazmendî yê Federasyona Îslamê ya Viyanayê Muammer Akkaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û kesên ku cihên çalakiyê ziyaret dikin xemgîniya xwe ji ber êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû tînin ziman û dibêjin ku çalakiyên bi vî awayî ji bo berterefkirina gotina nefredê û xurtkirina çanda bihevrajiyanê gelekî girîng in.
AA