Bi piştgiriya Teşkîlata Polêsan a Yekîtiya Ewropayê (Europol) li bajarên cuda ên Ewropayê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da li Belçîkayê 2 endamên rêxistinê hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Europolê da hat gotin li Awusturya, Belçîka, Fransa, Almanya û Swîsreyê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hatin kirin.
Di operasyonê da li Belçîkayê 2 endamên rêxistinê hatin binçavkirin.
Hat gotin 2 terorîstên PKKyî ji ber sûcê "endaman ji rêxistina terorê ra peyda dikin û li kampên perwerdeyê yên li welatên cuda xebatan dikin" hatin girtin.
Ji bo kesê hatin girtin hat gotin ew endamên PKKya rêxistina terorê û Hêzên Parastina Gel (HPG) in.
PKK ji sala 2002an pê va di lîsteya rêxistinên terorê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) da ye.
AA