Êdî av nakeve konên wan...
Hinek dişewitîn…
Hinek di nav herî û avê de bûn…
Penaberên Ezaza Sûriyê hêdî hêdî ji zehmetiyan xilas dibin.
Lewra ji bo wan xaniyên brîket tên çêkirin.
Niha li herêmê projeya çêkirina hezar xaniyan didome.
Ji wan 472 xanî xilas bûn.
Penaberên ku yeko yeko tên bicîhkirin ji xwe zêdetir zarokên xwe difikirin.
“min ji Helebê koç kir. Em di konan de diman. Av diket konên me. Em di şertên dijwar de dijiyan. Lê niha elhamdulîlleh ji me re xanî çêkirin. Zarokên me êdî wê necemedin. Konên me nafirin. Emê êdî li cîhekî xweş bijîn.”
Ji aliyekî ve jî projeya çêkirina xaniyên din didome.
“Me 472 xanî xilas kirin. Em ê kesên ku di konan de dijîn binîn li vir bicîh bikin. Em bi piştgiriya Türkiyeyê niha li bakurê sûriyê 50 hezar xaniyan çêdikin. Xebatên me didomin.”
Piştî qedandina projeyan penabarên Sûriyê ê bikevin xaniyên xwe û rihet bikin.