Li Ezazê xizmetên tenduristiyê

Cara ewil e ku li Bakurê Sûriyê emeliyetên çavan bi lazerê tên kirin

Li Ezazê xizmetên tenduristiyê

Li Bakurê Sûriyê û bi taybetî li bajarê ezazê ku li herêma mertalê firatê dikeve, bi saya piştgiriyên tirkiyê rewş rojbiroj xweş dibe. Herî dawî jî li Ezazê nexweşxaneyeke çavan hat avakirin. Bi saya vê nexweşxaneyê êdî li herêmê emeliyat bi lazerê tên kirin.

Gelê kurd ê li Bakurê Sûriyê ji ber kêmderfetan her tim neçar bûn.

Nexweşxane kêm bûn, dibistan ne di asta standartan de bûn.

Lê piştî Tirkiye çû herêmê, rewşa herêmê û gelê wê derê jî rojbiroj xweş dibe.

Bi piştgiriyên ji Tirkiyê di gelek waran de ji bo gel xizmet tên kirin.

Herî dawî li Ezazê nexweşxaneyeke çavan hat avakirin.

Bi saya vê nexweşxaneyê gelê Ezezê êdî neçar nînin û dikarin derman bibin.

Li nexweşxaneyê cihazên teknolojiya dawî hene û ji bo nexweşiyên çavan lazer jî tê bikaranîn.

Ne tenê ji Ezazê ji deverên Efrîn û Îdlibê milet ji bo derman bibe berê xwe dide vê derê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE