Li Fîlîpînê êrîşa xwekujiyê: 11 kuştî

Li Basîlana herêma Filîpînê di êrîşa xwekujiyê da 11 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn

Li Fîlîpînê êrîşa xwekujiyê: 11 kuştî

Li Basîlana herêma Filîpînê di êrîşa xwekujiyê da 11 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Şaredarê Lamîtanê Roderîck Furîgay di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku leşkeran li gundê Bulantîngê wesayîteke ku ajokarê wê nikaribû bi devoka herêmê biaxive û tevgerên balê dikişînin nîşan dida dan sekinandin.

Furîgay destnîşan kir ku dema hêzên ewlekariyê ji bo lêkolînê nêzî wesayitê bûn wesayit nişkava hat teqandin.

Hat ragihandin ku di teqînê da êrîşkarê xwekujiyê, 5 leşker, fermandarê mifrezeyê, 3 jin û zarokek hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Lêpirsîna li ser êrîşa xwekujiyê hê dewam dike, rayedar dibêjin dibe ku rêxistina Ebû Seyyaf a bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkiliya wê heye êrîş kiribe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE