Li Girava Mîndanaoya ku dikeve başûrê Filipînê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,5 e çêbû.
Li gor nûçeya CNN Phîlîppînesê Wezareta Refahê ya Civakî di erhejê da herî kêm 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, erdhejê herî zêde li bajarên Makîlala û Cotabato tesîr kir û kesên mirî jî vir in.
Li bajarê Davaoyê jî 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Lêkolînên Erdhej û Volqanê ya Filipînê hat dayîn, erdhej li herêma Tulunanê li bajarê Cotabatoyê, 2 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Erdhej li bajarên Kîdapawan, Koronadal û Gîngoogê jî hat hîs kirin.
Li herêma Kîsanteya li Girava Mîndanaoyê 29ê Cotmehê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,6 e çêbû û di encamê da 8 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn.
AA