Li Filipînê di Bagera Raiyê da hejmara miriyan gihîşt 208an

Li gor nûçeya BBCyê bagera ku hêza wê di saetekê da digîhîje 195 kîlometroyî bû sedema zirareke mezin û qûtbûna ceyranê.

Li Filipînê di Bagera Raiyê da hejmara miriyan gihîşt 208an

Di Bagera Raiyê ya tesîr li ser qisma navîn û başûrê rojhilatê Filipînê kir da hejmara kesên mirin gihîşt 208an.

Li gor nûçeya BBCyê bagera ku hêza wê di saetekê da digîhîje 195 kîlometroyî bû sedema zirareke mezin û qûtbûna ceyranê.

Bager li herêmên navîn û başûrê rojhilatê zêde bû, herî zêde li Cebu û Boholê hejmara miriyan gihîşt 208an, 239 kes birîndar bûn û 52  kes jî winda ne.

Serokê Xaça Sor a Filipînan Rîchard Gordon daxuyandhin herêm wek ku hatine bombebarankirin xuya dikin.

Waliyê Boholê Arthur Yap daxuyandibû divê şaredar bilez alîkariya xebatên acil bikin û hewcedariya gel ya av, xwarin û xurekê peyda bikin.

Ji ber bagerê li gelek gundan dar welgeriyan, lehî çêbû, avahî û rêyan zirareke mezin dîtin.

Qasî 780 hezar kesî ji bagerê zirar dît, 300 hezar gundî jî ji bo herêmên ewletir hatin tehliyekirin.

Artêşa Filipînê ji bo ku piştgiriya xebatên lêgerîn û xilaskirinê bike esker şand herêmê.

Serokê Dewletê Rodrîgo Duterte daxuyand wê alîkariyeke 40 milyon dolarî bê kirin.

Li welêt her sal qasî 20 bager çêdibin.

Di sala 2013yan da ji ber bagera Haîyanê ji 6 hezarî zêdetir kes miribûn û zirareke mezin çêbûbû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE