Li Filipînê erdhej

Li Mîndanaoya girava Filipînê bi lerza 6,8 erdhej çêbû.

Li Filipînê erdhej

 Li Mîndanaoya girava Filipînê bi lerza 6,8 erdhej çêbû.

Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS), erdheja lerza wê 6,8 e 5 kîlomêtro li başûrê rojhilatê bajaroka Magsaysayê ya girêdayî Davao del Surê 28,2 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat kirin.

Di erdhejê da kes mir an jî zirar çêbû hê nayê zanîn.

Li Mîndanaoya girava Filipînê di 29 - 31ê Cotmehê da bi lerza 6,6 û 6,5 erdhej çêbûbûn. Li herêmên Davao del Sur, Cotabato û Sultan Kudaratê 23 kes mirîbûn û 417 kes birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE