Di 2 erdhejên li bakurê Filipînê da herî kêm 8 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya Enstîtuya Zanista Erdhej û Volkanê ya Filipînê da hat diyarkirin ku li eyaleta Batanesê ya li bakurê welêt di saet 04.16an da bi lerza 5,4an û di saet 07.00an da bi lerza 5,9an 2 caran erd hejiya.
Piştî erdhejê der barê mirin an birîndarbûnê da agahî nehat dayîn lêbelê di xeberên çapemeniya navneteweyî da hat diyarkirin ku herî kêm 8 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li eyaletê gelek avahiyan ji ber erdhejê zirar dît.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
AA