Li Filipînê êrîşî dêrê kirin: 19 mirî, 48 birîndar

Li başûrê Filipînê li hemberî dêreke Katolîkan êrîş hat kirin, 19 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn

Li Filipînê êrîşî dêrê kirin: 19 mirî, 48 birîndar

Li başûrê Filipînê du êrîşên cuda li hemberî dêreke Katolîkan hat kirin, 19 kes mirin, 48 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Giştî yê Ewlehiya Filipînê Oscar Albayalde daxuyand li herêma Joloyê li hemberî dêreke Katolîkan du êrîşên cuda hatin kirin.

Albayalde daxuyand dema ayîna roja yekşemê teqîn çêbûn, hêzên ewlehiyê jî di nav da 19 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê Delfîn Lorenzana daxuyand piştî êrîşê hêzên ewlehiyê bilez gihîştin cihê bûyerê, tevdîrên ewlehiyê hildan û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşî qebûl nekir.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 18:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE