Li Filistînê Tevgera Cîhada Îslamî: Em ê beşdarî hilbijartina Filistînê nebin

Piştî ku grûbên Filistînî li Qahîreya paytextê Misrê civiyan, Cîhada Îslamî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ji ber ku di çarçoveya Peymana Osloyê ku mafên gelê Filistînê heder kir da ye, ew ê beşdarî hilbijartina wê di paşerojê da were kirin, nebin.

Li Filistînê Tevgera Cîhada Îslamî: Em ê beşdarî hilbijartina Filistînê nebin

 Li Filistînê Tevgera Cîhada Îslamî bi hinceta ku hilbijartinên paşerojê "di çarçoveya Peymana Osloyê da ye" ku di navbera "Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê" û Îsraîlê da di sala 1993yan da hat îmzekirin, ew ê beşdarî hilbijartinê nebin.

Piştî ku grûbên Filistînî li Qahîreya paytextê Misrê civiyan, Cîhada Îslamî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ji ber ku di çarçoveya Peymana Osloyê ku mafên gelê Filistînê heder kir da ye, ew ê beşdarî hilbijartina wê di paşerojê da were kirin, nebin.

Ev demek e ku grûbên Filistînî li Qahîreyê dicivin û piştî civînên lihevkirinê, hat daxuyandin ku êvara sêşemê seba hilbijartinê li hev kirine.

Li Filistînê 15 sal şûnda cara ewil hilbijartin wê were kirin

Serokê Dewletê Mehmûd Ebbas biryarname îmze kiribû û li gor biryarnameyê 15 sal şûnda cara ewil di 22yê gulanê da hilbijartina parlamenteriyê, di 31ê tîrmehê da hilbijartina serokatiya dewletê û di 31ê tebaxê da jî hilbijartina Konseya Neteweyî ya Filistînê wê were kirin.

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Îstiyye di 20ê rêbendanê da daxuyandibû ku di hilbijhartinê da namzedê Tevgera Fethê Mehmûd Ebbas e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE