Li Filistîn û Urdunê mirinên ji ber Kovîd-19ê zêde bûn

Li Filistîn û Urdunê mirinên ji ber Kovîd-19ê zêde bûn

Jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, li Urdunê derket 540î, li Filistînê derket 513an. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Urdunê, 32 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 1820 kes bi vîrusê ketin, 59 nexweş jî qenc bûn.

Wezaretê daxuyand ku bi daneyên dawîn va jimara kesên ku di şewbê da mirin derket 540î, jimara pêketiyan derket 50 hezar û 750yî, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 7 hezar û 508an.

- Filistîn

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê Filistînê jî 4 kes ji ber vîrusê mirin û jimara miriyan derket 513an.

Di daxuyaniyê hat gotin ku 410 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, 382 kes jî qenc bûn.

Bi daneyên dawîn va jimara miriyan derket 513an, jimara pêketiyan derket 61 hezar û 593yan, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 54 hezar û 357an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE