Li Batangasa eyaleta Filîpînan bi lerza 6,1ê erd hejiya.
Enstîtuya Sîsmolojiyê ya Filîpînan daxuyand, li gor saeta herêmî di 05.50yî da li eyaleta Batangasê bi lerza 6,1ê erd hejiya.
Erdhej 132 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û li gor tesbîtê navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojava va 21 kîlomêtre dûrî bajarê Calataganê ye.
Rayedaran daxuyand, erdhej ji ber liv û tevgerên tektonîk çêbû, dibe ku erdhejên zêdebar jî çêbibin.
Erdhej li paytext Manîla, Bulacan û Oriental Mindoroyê jî hat hîskirin, lê nehat gotin ku tiştek bi kesî hatiye an jî zirar gihîştiye mal milk an na.AA