Li gor xeberên çapemeniya Fransayê Dadgeha Ceza ya Parîsê bi hinceta nebaş bikaranîna fonên dewletê û paqijkirina pereyê neheqî 4 sal cezayê hepsê dan Rifat Esed.
Dadgehê biryar da ku dest bidin ser mal û milkên Esedê beşdarî rûniştinê nebû yên li Fransayê.
Rifat Esed sûcdar hat dîtin ku bi dereqanûnî fonên dewleta Sûriyeyê bi kar aniye û împaratoriya emlaqê ava kiriye.
Tê gotin ku mal û milkê Rifat Esed ên li Fransayê 90 milyon ewroyî digre.
- Li Parîs û Lyonê xwediyê gelek malên luks e
Dozgeriya Parîsê di sala 2016an da ji ber "nebaş bikaranîna fonên dewletê" û p"aqijkirina pereyê neheqî" der barê Esed da lêpirsîn dabû destpêkirin.
Tê zanîn ku li semtên giranbiha yên li Parîs û Lyonê gelek malên luks ên Rifat Esed hene.
Komeleya Sherpayê ya li Fransayê li ser sûcên malî lêkolînan dike îdia kiribû ku li ser mal û milkê Esed ê ji 100 milyon ewroyî zêdetir e şik heye.
Tê zanînin Rifat Esed di heyama hikûmeta Hafiz Esedê birayê xwe da beşdarî Qetlîma Hemayê ya 1982ayn bû û ji merivên girîng e.
Li gor Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di qetlîamê da di navbera 10 hezar û 25 hezarî da sivîl hatin kuştin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Rifat Esedê Sererkanê wê heyamê ji qetlîamê berpirsyar dibîne.
2 sal piştî qetlîamê jî Rifat Esed hewl dabû Hafiz Esed ji texta daxe û li ser vê ji Sûriyeyê hatibû qewitandin.
AA