Li Fransayê pêşnûmaya qanûna ewlehiyê ku weşandina dîmenên hêzên asayîşê qedexe dike û tundiya polêsan hat protestokirin.
Li welêt bertekên dijî pêşnûmaya qanûna ewlehiyê û zêdebûna tundiya polêsan zêde dibe.
Bi bangewaziya Kolektîfa "Em qanûna ewlehiyê ya giştî naxwazin" ku ji saziyên çapemeniyê, sendîqa û komeleyên mafên mirovan pêk tên, li tevahiya Fransayê ji 100î zêdetir çalakî hatin kirin.
Bi hezaran xwepêşandêr li Parîsê Meydana Republiqueyê civiyan û heta Meydana Nationê meşiyan.
Xwepêşandêran pankartên dijî pêşnûma û tundiya polêsan vekir û duruşmeya "(Serokomar Emmanuel) Macron îstifa" berz kir.
Di çalakiyê da di navbera polês û xwepêşandêran da rageşî derket. Polês bi xaza îsotê midaxaleyî xwepêşandêran kir. Xwepêşandêran agir berda gelek bîdonên çopê, wesayît û kafeyekê.
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî 46 hezar kes beşdarî xwepêşandina li paytextê bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiya Parîsê hat dayîn, di çalakiya Parîsê da 9 kes hatin binçavkirin.
Di xwepêşandina li Lyonê da jî polêsan bi xaza îsotê midaxaleyî xwepêşandêran kir. Di çalakiyê da gelek xwepêşandêr û polêsek birîndar bûn.
AA