Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 636 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 636 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 636 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiya Gel, di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi şewbê ketin, 22 hezar û 636 zêde bû û derket 6 milyon û 602 hezar û 311an.

Her wiha li welêt di 24 saetan da hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin 81 zêde bû û derket 113 hezar û 328an.

Li nexweşxaneyan jê 2 hezar û 106 di yekeyên nexweşiyên giran da, tedawiya 10 hezar û 463 kesan didome.

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve kirin, ji 27ê Berfanbara 2020an vir va hejmara kesên ku derziya Kovîd-19ê bûn, gihîşt 47 milyon û 445 hezar û 380yî, ya kesên ku doza duyem jî li xwe xistin gihîşt 41 milyon û 183 hezar û 852yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE