Li Fransayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 426 kes û di 4 rojên dawîn da jî 428 kesên li malên xweyîkirina kal û pîran bi tevahî 854 kes mirin.
Di daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel da hat diyarkirin ku hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin di 24 saetên dawîn da 36 hezar û 330 zêde bû û derkete milyonek û 502 hezar û 763 kesan.
Li welêt di 24 saetên dawîn da li nexweşxaneyan 426 û di 4 rojên dawîn da li malên xweyîkirina kal û pîran 428 kes bi tevahî 854 kes mirin û hejmara miriyan derkete 38 hezar û 289an.
Li nexweşxaneyan dermankirina 3 hezar û 878ê wan rewşa giran 26 hezar 265 kesan dewam dike, hejmara kesên pak bûn jî 1610 zêde bû û derkete 120 hezar û 714an.
Ji ber ku nexweşî gelekî bi lez di nav gel da belav dibe li Fransayê astengên derketina derva hene.