Li Fransayê diyajetiya siyonîzmê û antîsemîtîzm dê wekî hev bê hesibandin

Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnumaya ku diyajetiya siyonîzmê wekî hemtayî antîsemîtîzmê dihesibîne, derbas kir

Li Fransayê diyajetiya siyonîzmê û antîsemîtîzm dê wekî hev bê hesibandin

Di dengdayîna li Meclisa Neteweyî ya Fransayê da pêşnumaya ku diyajetiya siyonîzmê wekî hemtayî antîsemîtîzmê dihesibîne û tu astengkirinekê bi xwe ra nayne, beramberî 72 dengên "na" bi 154 dengên "erê" hat qebûlkirin.

Di pêşnumayê da pênaseya antîsemîtîzmê ya Îtifaqa Bibîranîna Holokostê ya Navneteweyî wekî esas hat qebûlkirin.

Di nameya ku di rojnameya Le Monde da hatibû weşandin da 127 akademîsyenên Cihî ku li gelek welatên wekî Fransa û Îsraîlê dixebitin, destnîşan kiribûn ku têkoşîna dijî antîsemîtîzmê girîng e, lêbelê dijî wê pêşnumayê derketibûn ku diyajetiya siyonîzmê wekî hemtayî antîsemîtîzmê dihesibîne.

Akademîsyenan ji bo nepejirandina pêşnumaya navborî, bangî Meclisa Neteweyî ya Fransayê kiribû û bal kişandibûn ku dijayetiya siyonîzmê meşrû ye.

Akademîsyenên destnîşan kiribûn ku dijayetiya siyonîzmê û antîsemîtîzm ne heman tişt in, herwisa bal kişandibûn ku rexnekirina dewletekê nayê wateya "dijayetiya siyonîzmê".

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron meha sibatê eşkere kiribû ku dijayetiya siyonîzmê, rengvedaneke nûjen a antîsemîtîzmê ye û lewma jî ew ê pênaseya antîsemîtîzmê ya Îtifaqa Bibîranîna Holokostê ya Navneteweyî qebûl bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE