Li Fransayê hilbijartina serokomariyê

Kesên testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf derketine wê bi şerta maskeyê bidin ber devên xwe bikaribin herin dengê xwe bidin.

Li Fransayê hilbijartina serokomariyê

Li Fransayê hilbijartina serokomariyê ya ku Serokomar Emmanuel Macron jî di nav da 12 namzed hene dest pê kir.

Hilbijartinê bi saeta herêmî di saet 08.00î da dest pê kir ku wê di saet 19.00î da biqede. Lê li bajarên mezin dengdayînê wê di saet 20.00î da wê biqede.

Li welatê ku nifûsa wê 67 milyon e 48,7 milyon hilbijêr hene.

Kesên testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf derketine wê bi şerta maskeyê bidin ber devên xwe bikaribin herin dengê xwe bidin.

Piştî sindoq hatin girtin şirketên lêkolînê wê bikaribin texmînên xwe yên encama hilbijartinê parve bikin.

Encamên fermî jî wê ji hêla Mehkemeya Qanûna Bingehîn di 13yê nîsanê da bêne eşkerekirin.

Di nav namzedan da navê Serokomar Macron, namzeda Partiya Komarparêzan ya rastgir (LR) Valerîe Pecresse, namzeda rastgir a tundrew Marîne Le Pen, namzedê rastgir ê tundrew Erîc Zemmour û serokê Tevgera Fransayê ya Serî Natewîne yê çepgir ê tundrew Jean-Luc Melenchon derdikeve pêş.

Li gor anketan di tura ewil a hilbijartinê da Macron û Le Pen pêşva diçin.

Heke di tura ewil da namzedek ji sedî 50yê dengan negire, du namzedên ku herî zêde deng hildane wê di 24ê nîsanê da beşdarî tura duyem bibin.

Namzedê bibe yekemîn wê heta 13ê gulanê wezîfeya serokomariyê hilde.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE