Li Fransayê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 150 kes mirin

Li Fransayê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 150 kes mirin

Li Fransayê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 150 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Tendirustiya Gel a Fransayê, li welêt di 24 saetên dawînde 11 hezar û 533 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 376 hezar û 852yan.

Herwiha di 24 saetên dawîn de 150 kesan canê xwe ji dest da û hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 57 hezar û 911an.

Li nexweşxaneyan 2 hezar û 871 ji wan di beşa nexweşiya giran de bi giştî dermankirina 25 hezar û 239 kesan berdewam e. Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê jî di 24 saetên dawîn de 252 zêde bû û gihişt 176 hezar û 995an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE