Li gor anketeke li Fransayê hat kirin ji sedî 60ê gel ji Serokkomar Emmanuel Macron û Serokwezîr Jean Castex ne razî ne û berbiçavbûna herduyan kêm dibe.
Enstîtuya Lêkolîna Raya Giştî (IFOP) di navbera 9-17ê çileya pêşîn da bi 1936 kesên temenê wan 18 û jê mezintir ra der barê hikûmetê da anketek çêkir.
Anketê nîşan da ku ji sedî 60ê Fransiyan ji Serokkomar Emmanuel Macron û ji sedî 59ê wan jî ji Serokwezîr Jean Castex ne razî ne.
Ji bilî vê anketê nîşan da ku popularîteya Macron di meha çileya pêşîn da 3 puan kêm bû dakete ji sedî 38an, ya Serokwezîr Castex jî 2 puan kêm bû û dakete ji sedî 37an.
Di meha mijdarê da jjî anketek hatibû kirin. Li gor vê anketê ji 10 Fransiyan jê 7 kesan gotibû di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da pêbaweriya wan bi rêvebiriya Macron tune û hikûmet di tevdîran da qels e.
AA