Li Fransayê ji sersalê vir ve bi dehan mizgeft hatin girtin

Li Fransayê ji sersalê vir ve bi dehan mizgeft hatin girtin

Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin bi îdiaya "têkoşîna dijî Îslamgeriya radîkal" ji sersalê vir ve 73 mizgeft, dibistanên taybet û kargeh hatin girtin.

Darmanin di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku meha borî li herêma Heraultê mizgeftek û dibistaneke taybet, li herêmên din jî komeleyek û 9 kargeh hatin girtin.

Darmanin destnîşan kir ku ji sersalê vir ve 73 mizgeft, dibistanên taybet û kargeh hatin girtin û 231 biyanî bi sedema radîkalbûnê ji wî welatî hatine deresînorkirin.

Ji aliyekî din ve Darmanin ragihand ku 4,2 ton hişbir hatiye desteserkirin û 1189 qaçaxçiyên hişbirê hatine binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE