Li Fransayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 29 hezar û 893yan.
Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel li welêt jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 582 zêde bû û derket 203 hezar û 311an. Di 24 saetên dawîn da 18 kesên din mirin û jimara miriyan bi tevahî derket 29 hezar û 893yan.
Ji ber Kovîd-19ê 560 di unîteya nexweşiyên giran da 7 hezar û 990 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û jimara başbûyiyan jî 258 zêde bû û derket 77 hezar û 60î.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 86 roj in dikeve.AA