Li Fransayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 18 hezar û 681î.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê Jerome Salomon di civîna çapemeniyê ya rojane da got ku jimara kesên ku vîrus bi wan geriyaye di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 914 zêde bû û derket 168 hezar û 241î.
Salomon got ku ji ber Kovîd-19ê 6 hezar û 27 jê di unîteya nexweşiyên giran da 31 hezar û 190 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin, jimara kesên ku di unîteya nexweşiyên giran da ne 9 roj e kêm dibe.
Salomon qal kir ku jimara ji nexxweşiyê baş bûn jî di 24 saetên dawîn da 1608 zêde bû û derket 34 hezar û 420î.
Salomon ragihand ku ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da li nexweşxane û malên xwedîkirina îxtiyaran da 761 kes mirin, jimara kesên mirin li nexweşxaneyan derket 11 hezar û 478an, li malên xwedîkirina îxtiyaran jî derket 7 hezar û 203yan bi vî awayî jimara miriyan bi tevahî derket 18 hezar û 681î.
AA