Li Fransayê jimara waqieyên Kovîd-19ê cara ewil ji 60 hezarî derbas bû

Li welêt di 24 saetên dawîn da li nexweşxaneyan 398 kes mirin

Li Fransayê jimara waqieyên Kovîd-19ê cara ewil ji 60 hezarî derbas bû

 Li Fransayê di 24 saetên dawîn da bi 60 hezar û 486 kesên din ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û ev jimar ji destpêka şewbê vir va jimara waqieyan a herî zêde ya rojane ye.

Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiyê ya Gel li welêt ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 398 kes li nexweşxaneyan mirin.

Di 3 rojên dawîn da jî li malên xwedîkirina îxtiyaran da 430 kes mirin.

Li welêt jimara miriyan bi tevahî derker 39 hezar û 865an.

Li welêt jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 60 hezar û 486 zêde bû û derket milyonek û 661 hezar û 853yan. Ev reqam "ji destpêka şewbê vir va li welêt û Ewropayê jimara waqieyên rojane ya herî bilind e."

Li nexweşxaneyan 4 hezar û 331 jê di unîteya nexweşiyên giran da tedawiya 28 hezar û 979 kesan dewam dike, jimara başbûyiyan 2 hezar û 51 zêde bû û derket 126 hezar û 329an.

Ji ber zêdebûna bilez a waqieyên Kovîd-19ê li tevahiya Fransayê sînordarkirina qedexeya derketina derva tê tetbîqkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE