Li Fransayê kampanyaya alîkariyê

Ji bo têkoşîna li dijî koronayê “Banga Piştevaniya Neteweyî” hat dayîn

Li Fransayê kampanyaya alîkariyê

Li Fransayê ji bo şîrketên ku di vê pêvajoyê de ketine tengasiyê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. wezîrê hereket û hesabên kamûyê yê fransayê gérald darmanîn li ser medyaya civakî ji bo “piştevaniya neteweyî” bang da.

Gérald Darmanin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî kampanyaya alîkariyê ragihand, Dermanin hurguliyên kampanyayê bi rojnameya Le Figaroyê re par ve kir.

Gérald Darmanin got: “Krîza aborî ya ji ber koronayê, wê ji qeyrana 2008an mezintir bibe.”

Darmanin ragihand ku ji bo alîkariya şîrket û xebatkarên ku ji ber koronayê ziraz dîtine tê xwestin 45 milyar avro bê berhevkirin.

Hat rahihandin hesabên ji bo alîkariyê jî wê di demeke nêz de bên parvekirin.

Kesên dixwazin wê karibin bexşên xwe razînin wan hesaban.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE