Li Fransayê "Kongreya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî" qediya

Nûçegihana TRT KURDÎyê Gulay Demira ku bavê wê di encama êrişa YPG/PKKya rêxistina terorê li Nisêbînê canê xwe ji dest dabû, di merasima girtina kongreyê de bi girî manîfesto xwend.

Li Fransayê "Kongreya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî" qediya

Nûçegihana TRT KURDÎyê Gulay Demira ku bavê wê di encama êrişa YPG/PKKya rêxistina terorê li Nisêbînê canê xwe ji dest dabû, di merasima girtina "Kongreya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî" de bi girî manîfesto xwend û beşdarên li salonê maweyeke dirêj li ser pêyan jê re li çepikan xistin.

"Kongreya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî" ku li bajarê Niceya Fransayê hat lirdarxistin, bi xwendina manîfestoyê ji aliyê 14 qurbanên terorê ku di nava wan de Gulay Demir jî hebû, qediya. 

Di roja sêyemîn û dawîn a kongreyê de ya ku di bin hîmayeya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de, bi hevkariya Komeleya Qurbanên Terorê ya Fransayê (AFVT) digel Şaredariya Niceyê hat lidarxistin, mexdûrên terorê gotar pêşkêş kirin û derbarê qurbanên terorê de panêl hatin pêşkêşkirin.

Di merasima girtina "Kongreya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî" de bi 14 zimanan manîfesto hat xwendin.

Nûçegihana TRT KURDÎyê Gulay Demir yek ji xwenêrê manîfestoyê bû ku 11ê cotmeha 2019an bavê wê di encama êrişa YPG/PKKya rêxistina terorê li Nisêbînê canê xwe ji dest dabû.

Demirê bi girî manîfesto xwend û wiha axivî:

"Em weke mexdûrên terorê di pey kîn û nefretê de nîn in. Em weke mexdûrên terorîzmê tenê tiştekî dixwazin; bila nifşên nû ev zulma ku sucdaran bi rastewxo û narestewxo li me kirin, nebînin. Em di wê baweriyê de ne ku serokdewlet û mexdûr, bi xebateke pêkve bi hev re, emê karibin ebedîkirina vê janê asteng bikin û emê karibin cihaneke baştir ava bikin. Ez gelekî bêriya te dikim baba."

Piştî ku manîfesto xwend, beşdarên li salonê maweyeke dirêş li ser pêyan ji Gulay Demirê re liçepikan xistin. Mexdûrên din li ser kursî jî ew hembêz kirin û piştevaniya xwe jê renîşan dan.

- Di kongreyê de zêdetir ji 700 beşdarî amade bûn

Di kongreyê de ya ku ji bo mexdûrên terorê dengên xwe bilind bikin paltformeke gelekî giring bû, ji 80 dewletan 450 ji wan mexdûrên terorê zêdetir ji 700 kesî beşdarî amade bûn.

Ji Tirkiyeyê Serokê Daîreya Dîplomasiya Kamuyê a Serokatiya Ragihandinê Omer Faruk Tanriverdi digel Serokê Daîreya Cîgiriya Rêveberiya Giştî ya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Wezareta Karê Der ve Mehmet Ozgur Çakar, Sermufettişê Polîs Asim Bulatê ku di dema hewla derbeyê ya FETOyê ya 15ê temmûzê de bi giranî birîndar bûbû, Muhsîn Çelikerê bavê Deniz Çelikerê ku di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya ku 2017an li dijî Reinayê li dar xistibû birîndar bûbû û herwiha dayika wî Bahar Çelikera ku wekeendameke ekîba lansmana 4 kesî hatibû hilbijartin jî beşdarî Kongreya ku îsal 8emîna wê hat lidarxistin bûn.

Li bajarê Niceya ku kongre lê tê lidarxistin, di êrîşa terorê ya 14ê temmûza 2016an de 86 kesan canê xwe ji dest dabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE