Li Fransayê li ber deriyê mizgeftê êrîşa çekdarî

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de derketinli taxa Pontanezana Brestê ku gelek misulman lê dijîn, kesekî li ber deriyê mizgeftê êrîşeke çekdarî li dar xist û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Fransayê li ber deriyê mizgeftê êrîşa çekdarî

 Li Bresta bajarê Fransayê di encama êrîşa çekdarî ya li ber deriyê mizgeftê yek jê îmamê mizgeftê 2 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de derketinli taxa Pontanezana Brestê ku gelek misulman lê dijîn, kesekî li ber deriyê mizgeftê êrîşeke çekdarî li dar xist û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê êrîşkarê ku piştî bûyerê reviya pişt re li ber wesayita xwe mirî hat dîtin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirs3in hat destpêkirin.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Christophe Castaner, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê ya derbarê bûyerê de daxwaz ji waliyan kir ku ewlekariya îbadetxaneyên li welêt bên zêdekirin.

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE