Li Fransayê Macron zema xwe vekişand. ango zema sotemeniyê ya sala 2019an betal kir…
Li gorî çapemeniya Fransayê, zema ku 6 mehan taloq bûbû, vê carê bi temamî hat betalkirin.
Serokwezîr Edouard Philippe di meclisa neteweyî de gotibû, ger ji bo derfeta kirînê çareseriyeke baş neyê dîtin, dibe ku zemên sotemeniyê betal bibin.
Ji ber zemên sotemeniyê û aboriya xirab di 17ê Mijdarê de çalakgerên cilzer prostestoyên mezin dabûn destpêkirin.