Li Touluse ya bajarê Fransayê mele Mihemed Tataiyê bi eslê xwe ji Cezayirê ye di xutbeyê da Hedîseke Şerîf a ku tê da qala cihûyan dikir xwend û ew bi sûcdarkirina "sîqilandina rikberiya nijadî" va sewqî dadgehê hat kirin.
Tataiyê ku meleyê Empalot a mizgefta herî mezin a bajêr e di sala 2017an da di xutbeyekê da bi Erebî hedîseke Hezretî Mihemmed Pêxember a qala bûyerên ku wê di axirê zeman da di navbera Misilman û Cihûyan da biqewime dikir, xwend.
Dotira salê mele Tataî di encama lêpirsîna ku bi hinceta neyartiya li hemberî Cihûyan zêde dike da şandin Dadgeha Cezayê ya Toulouseyê.
Dadgehê heta niha dema rûniştinê kifş nekir.
Parêzerên Tataî William Bourdon, Vincent Brenghart û Jean Iglesis ragihandin ku wê ev doz bibe amûrekî siyasî û di vê mijarê da jî fikarên xwe bi meqamên eleqedar ra parve kirin.
Parêzeran gotin ku di metna Tatatî jê Hedîsa Şerîf xwend da tu naverokeke qala rikberiya nijadî bike tuneye.
AA