Li Fransayê protestoyên dijî bihayê sotemeniyê

Li Fransayê ev du hefte ye bi sedan kes di pêşengiya koma "Xwediyê êlekên zer" dijî zema sotemenî û bacên nû li Parîs û bajarên din çalakiyan li dar dixin. 

Li Fransayê protestoyên dijî bihayê sotemeniyê

Li Fransaprotestoyên ji ber zema sotemeniyê dewam dikin. 

Li Fransayê ev du hefte ye bi sedan kes di pêşengiya koma "Xwediyê êlekên zer" dijî zema sotemenî û bacên nû li Parîs û bajarên din çalakiyan li dar dixin. 

Çalakvan îro jî dîsa serê sibê li derûdora Kolana Champs-Elyseesa navdar kom bûn û hikûmet protesto kirin. 

Çalakvanan xwest ber bi kolanê va bimeşin lê polêsan destûr neda û bi xaza îsotê û ava bitazîk midaxelayî çalakiyê kir. 

Çalakvanan agir berda gelek dikanên derûdorê, kevir û şuşe avêtin polêsan. 

Li gor nûçeyên çapemeniya Fransayê di çalakiyên li Parîsê da 60 kes hatin binçavkirin, 3yê wan polês bi tevahî 10 kes jî birîndar bûn. 

Wezîrê Karên Navxweyîyê Fransayê Chrîstophe Castaner got ku li derûdorê  Champs-Elysees bi qasî hezar û 500 kes beşdarî çalakiyê bûne. 

Gelek restoran, kafe, mixazeyên li ser kolanê ji ber bûyeran deriyê xwe girtin û seferên metroyê jî hatin betalkirin. 

Dijî çalakiyan tedbîrên berfireh hatin hildan û bi qasî 4 hezar polês jî wezîfedar in.

Li gor ankêtekê ji sedî 84ê welatiyên Fransayê piştgiriyê didine çalakiya navborî. 

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE