Li Fransayê rewşa dawî ya Kovîd-19ê

Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 166 kes jiyana xwe ji dest da.

Li Fransayê rewşa dawî ya Kovîd-19ê

Li Fransayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 24 hezar û 760î.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê jimara kesên ku vîrus geriyayê di 24 saetên dawîn da 1530 zêde bû û derket 201 hezar û 667an.

Jimara kesên ku baş bûn jî 381 zêde bû û derket 50 hezar û 562yan.

Ji ber şewbê li nexweşxaneya û malên xwedîkirina îxtiyaran 166 kes mirin, jimara miriyan li nexweşxaneyan derket 15 hezar û 487an, li malên xwedîkirinê jî derket 9 hezar û 273yan. Bi vî awayî jimara miriyan bi tevahî derkert 24 hezar û 760î.

Li gor daneyên di 24 saetên dawîn da li Fransayê jimara miriyan li gor duh kêm bûye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE