Li Colmara bajarê Fransayê êrîşkarekî bi wesayîta xwe va mizgeft kir hedef.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Haut-Rhinê hat dayîn, li Colmarê êrîşkarek, wesayîta xwe ajot ser mizgeftê.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Dozegera Colmarê Catherine Sorita-Minardê daxuyanî da çapemeniyê û got ku êrîşkar kêr li gewriya xwe daye û xwe birîndar kiriye, wê li nexweşxaneyê were emeliyetkirin.
Hat gotin ku li mizgeftê xesara maddî çêbû.
AA