Piştî ku girê spî û serê kaniyê ji hêzên terorî hatin paqijkirin, jiyan hêdî hêdî baştir dibe. Herî dawî li navçeyê bi piştgiriya tirkiyê dibistan jî vebûn.
Bi salan e di nav şer û pevçûnan de hatibûn jîbirkirin.
Ne çûn dibistanê ne jî ji zarokatiya xwe xêrek dîtin.
Ji bo zarokên li Girê Spî û Serê Kaniyê roj roja kêf û şahiyê bû.
Piştî ku herêm ji terorê hat paqijkirin, dibistanên li herêmê dîsa vebûn û dersa ewil hat dayîn.
Li dibistana seretayî û navîn a Serê Kaniyê jî heman kelecan hebû.
Tirkiye dê di rojên pêş de jî ji bo perwerde û hewcedariyên dibistanê, piştgiriyê bide.