Li gor encamên nefermî namzedê mihafezakar Îbrahîm Reîsî bû serokkomarê Îranê

Li gor encamên nefermî namzedê mihafezakar Îbrahîm Reîsî bû serokkomarê Îranê

Li Îranê li gor encamên nefermî namzedê mihafezakar Îbrahîm Reîsiyê Serokê Erka Darazê di hilbijartina 13emîn ya serokomariyê da bû serokkomarê 8emîn.

Encamên fermî wê ji hêla Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî va bên eşkerekirin, lê li gor encamên nefermî di hilbijartina duh hat kirin da Reîsî bû serokomarê Îranê.

Namzedê reformîst Ebdunasır Hîmmetiyê serokê berê yê Bankeya Navendî, namzedên mihafezakar Mihsîn Rizaiyê Sekreterê Giştî yê Konseya Teşhîsa Mesleheta Pergalê û Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşê yê berê û Emir Huseyîn Qadîzade Haşimiyê parlamenter daxuyanî dan û Reîsî pîroz kirin.

Serokkomar Hesen Rûhanî jî destnîşan kir serokomarê bi destê gel hatiye hilbijartin eşkere bûye û wê 45 roj bi şûn da wezîfeyê dewr bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE