Li Gronlandê cara ewil e li ser lûtkeyên qe da baran barî

Li Gronlandê cara ewil e li ser lûtkeyên qe da baran barî

 Hat ragihandin ku cara ewil e di ser lûtkeyên qeşayî yên Grolandê da baran barî.

Navenda Daneyên Berf û Cemedê ya Neteweyî ya Amerîkayê ragihand ku di 15ê tebaxê da li herêmeke Gronlandê ya bilindahiya wê 3 hezar û 216 metre bû da bi qasî çend saetan baran barî.

Li herêmê germahî kêm caran dikeve bin asta qefilînê û hat gotin ku cara ewil e baran dibare û wek barana ewil jî di qeydan da hat nivîsandin.

Zanyaran gotin ku di meha tebaxê da li herêmê du caran helînên mezin çêbûn û ji wan yek jî şeva baran barî li qadeke 872 hezar kîlometreqereyî cemed heliya.

Zanyar dibêjin ku ji ber germbûna gerdûnî germahiya li herêmên qutbê li gor herêmên din du qat e. Ji ber germahiya gerdûnî li rûyê dinyayê germahî pileyek zêde bû lê li herêmên qutbê du pile zêde bû. Ji ber germbûnê wê cemedên li qutba bihelin û ava di behrên li rûyê dinyayê da zêde bibe û ev jî ji bo herêmên nêzî devê behran hatine çêkirin talûke ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE