Li Guatemalayê par 4 hezar û 78 kes hatin kuştin

Li Guatemalayê par 4 hezar û 78 kes hatin kuştin

Li Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn par 4 hezar û 78 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Enstîtûya Zanistên Adlî ya Neteweyî ya Guatemalayê par gelek kes bi çekan va hatin kuştin.

Li welêt di sala 2020î da 3 hezar û 500 kes hatin kuştin, lê par ev rêje zêde bû û 4 hezar û 78 kes hatin kuştin.

Hat daxuyandin ji van 652 kes jin in ku di 2020î da rêjeya jinên hatine kuştin 507 bû, ji sedî 28,5 hejmar zêde bûye.

Li Guatemalayê her çiqas qanûnên hişk hebin jî hejmara kuştin û bûyerên tundiyê her tim zêde dibe.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE