Li Gurcistanê rageşiya xeta dagirkirî ya Osetyaya Başûr

Piştî ku dema hikûmetê eşkere kiribû qediya di navbera herdu terefan da hevdîtin hatin kirin.

Li Gurcistanê rageşiya xeta dagirkirî ya Osetyaya Başûr

Hikûmeta qaşo ya Osetyaya Başûr ku ji Gurcistanê qetiya û yekalî serxwebûna xwe îlan kir ji ber ku Gurcistan li derdora gundê Çorçanaya nêzî xeta di dagirkeriya Osetyaya Başûr da ye qereqola polêsan ava dike bertek nîşan da.

Hikûmeta Osetyaya Başûr di daxuyaniya xwe da diyar kir divê Gurcistan li gundê Çorçanaya ku nêzî xeta dagirkirî ya Osetyaya Başûr ya di bin dagirkeriya Rûsan da ye çêkirina qereqola polêsan bide sekinandin û heta ber destê sibehê wext da Gurcistanê.

Piştî ku dema hikûmetê eşkere kiribû qediya di navbera herdu terefan da hevdîtin hatin kirin.

Kakxeber Kemoklîdzeyê Serokê Îdarî yê Konseya Ewlehiya Gurcistanê diyar kir ku di hevdîtinan da li ser gavên ji bona rageşî biqede bên avêtin axivîne.

Kemoklîdze destnîşan kir ji rayedarên Osetyaya Başûr ra gotine ku qereqola polêsan ji bona ewlehiya herêmê tê avakirin û ji bona kesî talûke nîne.

Ji ber rageşiyê hêzên ewlehiyê yên Gurcistanê li derdora gundê Çorçanayê nobetê digirin.

Hat diyarkirin çêkirina qereqola polêsan dewam dike.

Ji Wezareta Karên Derva ya Gurcistanê banga diyalogê

 Davît Zalaklîaniyê Wezîrê Karên Derva yê Gurcistanê di daxuyaniya xwe da ji bona hemû terefan banga îtidal û diyalogê kir û wiha got: "Divê em aram bin û firsendê nedin kesên ku dixwazin rewşê xirabtir bikin. Der barê mijarê da hemû mekanîzmayên me di dewrê da ne."

Rojnamevanên biyanî anîn herêmê

Bi hewldana Wezareta Karên Derva ya Gurcistanê rojnamevanên biyanî yên li welêt anîn xeta dagirkirî.

Rojnamevanan bi alîkariya hêzên ewlehiyê li herêma di destê Gurcistanê da ye çêkirina qereqola polêsan û hêzên dagirker yên Osetyaya Başûr ku qederê 250 mêtro dûr in teqîb kirin. 

Pirsgirêka Osetyaya Başûr

Di 2008an da di navbera Rûsya û Gurcistanê pevçûnên jê ra dibêjin Şerê Osetyaya Başûr derketin. Piştî şer herêmên Abhazya û Osetyaya Başûr ku Rûsya alîkariya wan dike yekalî ji Gurcistanê qetiyan û yekalî serxwebûna xwe îlan kirin.

Federasyona Rûsyayê di 2008an da serxwebûna herdu herêman nas kir û Gurcistanê jî bi Rûsyayê ra hemû pêwendiyên xwe yên diplomatîk qut kir.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE