Li Gurcistanê şehîdên 15ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Batûma Gurcistanê ji bo şehîdên 15ê Tîrmehê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Li Gurcistanê şehîdên 15ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Batûma Gurcistanê li dibistana tirkan ji bo şehîdên 15ê tîrmehê bibîranînek hat lidarxistin. Li qeredaxa welatê balkanan jî ji bo 15ê tîrmehê panelek hat çêkirin.

Wan qehremaniya şehîdan ji bîr nekir û li xerîbistanê jî ew bibîr anîn.

Li Batûma Gurcistanê ji bo şehîdên 15ê Tîrmehê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Bername li Dibistana Tirkiyê ya Li Batûmê hat amadekirin. Sefîra Tiflîsê ya Tirkiyê Fatma Ceren Yazgan, Serkonsolosa Batûmê Makbule Koçak, mamoste û welatiyên din jî hatin bernameyê.

Ji bo Şehîdên 15ê Tîrmehê cihek hatibû avakirin û beşdar ewilî çûn serdana wê derê.

Sefîr Yazgan di bernameyê de axivî. Wê diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de gelek derbe hatine kirin.

Lê tu carî welatî wekî 15ê Tîrmehê li ber tankan nesekinîn.

Yazganê da zanîn ku têkoşîna li dijî terorê dewam dike.

Xwendekaran ji bo 15ê Tîrmehê wêne çêkiribûn û ew wêne jî di bernameyê de hatin pêşandan.

Li Qeredaxa welatê Balkanan jî Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirkan ji bo 15ê Tîrmehê panelek saz kir. Sefîra Podgoricayê ya Tirkiyê Songül Ozan û gelek kesên din beşdarî panele bûn.

Panelê bi diayan dest pê kir. Şehîdên 15ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Di panelê de behsa girîngiya 15ê Tîrmehê ya ji bo demokrasiyê hat kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE